4,2 mîlyar mirov ji înternetê bêpar in

Li gorî raporek ji aliyê Banka Cîhanê ve hat weşandin, bi qasî ji sedî 60 ê nifûsa cîhanê, ji înternetê bêpar in.

Li gorî raporek ji aliyê Banka Cîhanê ve hat weşandin, bi qasî ji sedî 60 ê nifûsa cîhanê, ji înternetê bêpar in. Di raporê de hat ragihandin, ku bi tenê li welatên pêşketî ji înternet û teknolojiya wê sûd tê wergirtin.

Li gorî raporê, hejmara mirovên nikarin înternetê bi kar bînin 4,2 mîlyar e. Bi tenê 3,2 mîlyar dikarin ji vê derfetê sûdê werbigirin.

Welatê ku herî zêde ji derfetê înternetê bêpar e, Hîndîstan a ku nifûsa xwe 1 mîlyar û 250 mîlyon e. Li vî welatî bi tenê ji sedî 15 ê nifûsê dikare xwe bigihîne derfetên înternetê.

Li gorî raporê di rêza duyemîn de bi 755 mîlyonî re Çîn, bi 213 mîlyonî re Endonezya di rêza sêyemîn de cih digirin.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku hejmara mirovên înternetê bi kar tînin di sala 2005'an de 1 mîlyar bû û di nava 10 salan de bi sê qatan zêde bûye.

Li gorî rapora Banka Cîhanê, hejmara mirovên xwe digihînin înterneta lez 1,1 mîlyar e. Ev yek jî ji sedî 15 ê nifûsa cîhanê ye.

Şefê Aboriyê yê Banka Cîhanê Kaûshîk Basû hişyarî da û diyar kir ku ev rewş dikare rê li ber avabûna 'çîneke nû ya ji aliyê civakî ve marjînal bûye' veke.

YÊN HERÎ XIZAN JÎ XWEDÎ TELEFONA DESTAN E!

Di raporê de aliyê tekane yê 'erênî' tê nîşandan, kêm be jî şoreşa teknolojiyê xwe gihandiye xizanan. Li gorî vê yekê, ji sedî 20 ê mirovên herî xizan, di nava her 10 malan de 7 jê xwedî telefona destan e.

Serokê Banak Cîhanê Jîm Yong Kîm bibîr xist, ku rêjeya mirovên xwedî telefona destan e, ji rêjeya mirovên xwedî derfetên ava paqij, tiwalet û gelek tiştên girîng ên tenduristiyê, bilindtir e.