20 mîlyon ji koçberên li cîhanê penaber in

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku ji 244 mîlyon koçberên li cîhanê 20 mîlyon penaber in.

Li gorî daneyên dawî, hejmara koçberên li gelemperiya cîhanê, li gorî sala 2000'î di asta rêjeya jis sedî 41'ê de zêde bûye.

Neteweyên Yekbûyî der barê mijarê de çend roj berê raporek weşand û diyar kir ku nifûsa koçberên li cîhanê gihaştiye 244 mîlyonî. Nifûsa herî zêde ya koçberan li Ewropayê ye. Di raporê de hat ragihandin ku 76 mîlyon koçber eli Ewropayê, 75 mîlyon li welatên Asyayê, 54 mîlyon li Bakurê Amerîkayê û 21 mîlyon jî li Afrîkayê ne. Latîn Amerîka û Karîbîk ji 8 mîlyon koçberan re malovaniyê dike. Li Awûstralya û Zelanda Nû jî 8 mîlyon koçber hene.

Di asta welatand e jî DYA bi 47 mîlyon koçberan re welatê herî zêde koçber xwe lê digire ye. Piştî DYA, bi 12 mîlyon koçberan re Elmanya û Rûsya di rêza duyemîn de cih digirin. Li Erebîstana Siûdî 10 mîlyon, li Îngilîstanê 9 mîlyon û li Emaretên Ereb ên Yekbûyî 8 mîlyon koçber hene.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 2000-2015'an de ji sedî 42 ê zêdebûna nifûsa li Bakurê Amerîkayê û ji sedî 32 ê zêdebûna nifûsa li Awûstralya û Zelanda Nû, ji aliyê koçberan ve hatiye kirin. Li welatên Ewropayê jî, dema koçber di nava nifûsa heyî de neyên hesibandin, tê dîtin ku nifûs gelekî kêm bûye.

Niha li cîhanê herî zêde welatiyên ji Sûriye, Afganîstan û Somalî koçî derve dikin.