Îranê leşkerên DYA'yî serbest berda

Îranê, 2 bot û 10 leşkerên artêşa DYA' yên ji ber binpêkirina sînor binçav kiribû, piştî lêborîna ji Washîngtonê hat, serbest berda.

Îranê, 2 bot û 10 leşkerên artêşa DYA' yên ji ber binpêkirina sînor binçav kiribû, piştî lêborîna ji Washîngtonê hat, serbest berda. 1 jê jin 10 leşkerên DYA'yî ku ji ber şaşîtiyeke teknîkî sînorên deryayî yên Îranê binpê kiribûn, li qada navneteweyî ya deryayî serbest hatin berdan. Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Fîrûzabadî got, "Bila ev bûyer ji Kongreya DYA re bibe dersek."

Piştî ku DYA ji ber vê binpêkirina sînorê deryayî ya ji sedema şaşîtiyeke teknîkî lêborîn xwest, leşker hatin berdan.