Yekîtiya Ewropa ewlekariya sînorê xwe dişidîne
Yekîtiya Ewropa hewl dide bi şidandina ewlekariya sînor, xwe ji pêla penaberan a ji ber şerê li Sûriye û Iraqê rû daye, rizgar bike.
Yekîtiya Ewropa hewl dide bi şidandina ewlekariya sînor, xwe ji pêla penaberan a ji ber şerê li Sûriye û Iraqê rû daye, rizgar bike.
Di daxuyaniya piştî civîna Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê de hat ragihandin, ku Awûstûrya û Elmanyayê destûr stendine ku kontrolên xwe yên li ser sînor heta sala 2018'an bidomînin. Pêkanîna kontrola demî, ku di meha Gulanê de bi dawî dibû, bi vê biryarê re wê her di meriyetê de be.
Peymana Sînor a Schengenê, ku weke yek ji hîmên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, mafê dide welatên endam ku di rewşeke taybet de heta du salan sînorên xwe kontrol bike.
Wezîrê Koçberiyê yê Hollandayê Klaas Dîjkhoff ê malovanî ji civînê re kir, da xuyakirin ku li gorî xala 26. a Peymana Sînor a Schengenê, wan Komîsyona YE vexwendine avakirina bingehên qanûnî û pratîkî yên kontrolan.
Komîsyon wê di vê der barê de pêşniyarekê amade bike û di meha bê de pêşkêşî civîna bilind a li Brukselê bike.
Par 1.1 mîlyon penaber derbasî nava Elmanyayê bûn. Piraniya van penaberan ji Afganîstan, Sûriye û Iraqê hatin.
Beriya civîna wezîran, Wezîra Karên Hundir a Awûstûryayê Johanna Mîkl-Leîtner daxuyaniyek da û Yewnanîstan rexne kir. Lêıtner diyar kir ku eger Yewnanîstan ji bo pêşîgirtina li pêla penaberan tedbîrên pêwîst negire, dibe ku derxistina vî welatî ji nava Schengenê bikeve roejvê.
Lê belê Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Natascha Bertaûd diyar kir, ku ji bo welatekî di nava Yekîtiya Ewropayê cih digire ji nava Schengenê bê derxistin, mekanîzmayeke wan nîne.