Konfederasyona Navenda Akademîsyenên Swêdê (SACO) a ji 650 hezar endamî û Federasyona Endamên Hîndekariya Zanîngehan a Swêdê (SULF), ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Stockholmê re nameyek nivîsand. SACO û SULF, êrîş û zextên li hemberî 1128 akademîsyenên ji bo sekinandina şerê li dijî gelê Kurd daxuyaniyeke hevpar weşandinbû tên kirin, şermezar kirin û xwestin ku sûcdarî û zexta li akademîsyenan tê kirin derhal biqedin.
SULF li dibistanên bilind û zanîngehên Swêdê profesor, doktor, lêkolîner û pisporan bi rêxistin dike. SACO ya xwedî 23 federasyonan jî akademîsyenên li jiyana kar bi rêxistin dike.
Serokê SACO Goran Arrîûs û SeroKê SULF'ê Mats Erîcsson di nameya hevpar a ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Swêdê re şand de diyar kirin, ku azadiya ramanê mafê bingehîn ê mirovan e, di nava demokrasiyê de mafê mirovan heye ku bêyî rastî zextan bên, nêrîna xwe vebêjin.
Di nameyê de hat gotin, "Yekîtiya Ewropa û DYA, ev zexta li ser azadiya ramanê bi tundî rexne kir û vê rewşê bi endîşe dibînin" hat ragihandin ku SACO û SULF jî xwedî heman endîşeyan e û dixwazin zext û êrîşên li hemberî akademîsyenan derhal bên qedandin.