Vîrûsa Zîka her belav dibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, ku vîrûsa Zîka dema bi jinên ducanî dikeve, bandorê li pitikên hînê ji dayik nebûne dike û zerarê dide sîstema rehikan. Rêxistinê bal kişand ser xeteriya belavbûna vê vîrûsê.

Dîrektora Giştî ya Rêxistinê Margeret Chan, endîşeyên xwe yên ji ber belavbûna vîrûsa Zîka bilêv kir û anî ziman, ku di demeke nêz de wê li tevahiya welatên Emerîka yên li derveyî Kanada û Şîlî, vîrûs were dîtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û ji jinên diçin herêmên vîrûs lê heye xwest, berî û piştî çûyînê bi saziyeke tenduristiyê bişêwirin.
Vîrûsê li Başûrê Amerîkayê herî zêde bandor li Brezîlyayê kiriye. Li vî welatî, ji ji meha Cotmehê û vir ve 3 hezar 500 pitik, bi rengekî ku serê wan ji rewşeke asayî gelekî biçûktir, ji dayik bûn. Tê gotin ku ev rewşa weke Mîkrocephaly tê pênasekirin, dikare rê li ber xisarên giran ên norolojîk veke.
Ji sedî 49 ê van pitikan jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm ji sedî 5 ê van pitikan, hat tespîtkirin ku bi vîrûsa Zîka ne.
Vîrûs heta niha, tevî Brezîlyayê li Kolombiya, El Salvador û Panamayê jî hat dîtin. Herî dawî li bajarê New York ê DYA jî, sê kesên bi vîrûsa Zîka hatin tespîtkirin.
ÇAVKANIYA VÎRÛSÊ
Vîrûsa Zîka di destpêkê de li Afrîkayê hat dîtin. Piştre li welatên ji giravan ên li Asya û Pasîfîkê xwe da der. Herî dawî li Başûrê Amerîkayê tespît bû.
Vîrûsa Zîka di asteke biçûk jî de be, dikare li beden bi cih be. Zanyar bi fikar in ku vîrûs bi demê re bandorê li mîlyonan mirovî bike.