Endamekî din ê Nazî wê bê darizandin

Li Elmanyayê, darizandina leşkerên berê yên di kampên komkirinê yên Nazî de cih girtin, ku bi mîlyonan mirov lê hatin qirkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyekê de leşkerekî din tê darizandin.

Li Elmanyayê, darizandina leşkerên berê yên di kampên komkirinê yên Nazî de cih girtin, ku bi mîlyonan mirov lê hatin qirkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyekê de leşkerekî din tê darizandin.

Li Dadgeha Eyaletê ya li Hanaû, wê ji meha Nîsanê û pê ve leşkerekî SS ê berê yê 93 salî were darizandin. Ev leşker bi alîkariya ji bo kuştina hezar 75 kesan li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtz-Bîrkenaû tê sûcdarkirin. Ji ber ku ev leşkerê Nazî yê berê di dema wezîfeya xwe ya salên 1942-43'an de 19-20 salî bû, biryar hat dayîn li Dadgeha Zarokan bê darizandin.

Heyetek ji pisporan a beriya niha ev leşkerê berê yê Nazî mûayene kir, da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya bersûcê 93 salî rê dide darizandineke bi sînor. Darizandin wê di 13'ê Nîsanê de destpê bike û bersûc rojane herî zêde wê karibe 4 saetan tevlî rûniştina darizandinê bibe.

Li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtz-Bîrkenaû ku di roja îro de di nava sînorên Polonyayê de ye, di navbera salên 1940-44'an de 1,1 mîlyon mirov hatibûn qetilkirin. Ji van 1 mîlyon Cihû bûn. Beşeke mezin a van mirovan jî di salên 1943-44'an de di odeyên gazê de jiyana xwe ji dest dabûn.