Kedkarên çandiniyê yên li Fransayê li dijî buhayê kêm çalakî lidar xistin

Li Fransayê, li dijî buhayê kêm ê dikare rê li ber bêkarmayîna bi hezaran mirovên di karê xwedîkirina sewalan û çandiniyê de dixebitin, rêze çalakî hatin lidarxistin.

Li Fransayê, li dijî buhayê kêm ê dikare rê li ber bêkarmayîna bi hezaran mirovên di karê  xwedîkirina sewalan û çandiniyê de dixebitin, rêze çalakî hatin lidarxistin. Hilberîneran li pêşiya gelek firoşgehên mezin ên li gelek komunan çalakiyên protestoyî pêk anîn.

3 hefte beriya Fûara Sewalkarî û Çandiniyê ya Navneteweyî, bi sedan xebatkarên sektora çandiniyê çalakî lidar xistin. Xebatkaran li pêşiya gelek firoşgehên li herêma Bretonyayê çalakî organîze kirin û kirîna berhemên wan bi buhayekî kêm protesto kirin.

Bi qasî 50 kedkarên çandiniyê deriyê firoşgeha Leclerc a li komuna Scaer girtin û diyar kirin, ku berhemên wan bi buhayekî gelekî kêm tê firotin û ji muşteriyan xwestin, destekê bidin vê hewldana wan a li dijî pêkanîna neheq.

Çalakiyeke din a bi heman rengî li ber firoşgeha bi navê Super U ya li komukna Rospordenê pêk hat. Bi dehan kedkarên çandiniyê ketin hundirê firoşgehê û dirûşmên "Mirin nêz e", "markayên xwe bi kar bînin" qîriyan.

Li komuna Carhaîxê, bi dehan kes ketin hundirê firoşgeha Elman Lidl'ê û sicûk û sosîsên ji markayên cuda kirîn û li mirovên li derdorê belav kirin.

Tê payîn sibe li Qesra Matîgnonê, nûnerên kargehên mezin ên xurekê bi Serokwezîr Manûel Valls re hevdîtinê bê kirin. Tê gotin, ku hikûmet wê bixwaze berhemên hilberînerên xwecihî bi buhayekî çêtir were kirîn.

Li Fransayê, di sektora sewalkarî çandiniyê de ku bi sed hezaran mirov lê dixebitin, ji ber krîzê endîşe heye ku bi qasî 40 hezar mirov bêkar bimîni.