Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs ê ji Konferansa Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) re kir anî ziman, ji bo bicihanîna peymana avhewayê ya di meha Kanûnê de hat qebûlkirin, divê gelek kar bê kirin. Fabîûs ragihand, ji bo ev peyman bikeve meriyetê û dewlet bi zelalî bi cih bîne, ew ê di sala 2016'an de mekanîzmayên pêwîst biafirînin.
Fabîûs got, "Ev peymana li dijî germaniya global, peymana li asta herî bilind a heta roja îro ye. Û divê mirov vê peymanê bixin meriyetê, bi cih bînin."
Laûrent Fabîûs bibîr xist, ku beriya 22. konferansa avhewayê COP22 a di meha Mijdarê de li Fasê bê lidarxistin, girîng e welatên endamê Neteweyên Yekbûyî peymana avhewayê erê bikin û hin nuqteyan zelal bikin. Fabîûs diyar kir, ji bo kontrolkirina gavên endamên Neteweyên yekbûyî li dijî germahiya global biavêjin, pêwîstî bi mekanîzmayekê heye û bi taybetî bal kişand ser zelaliya tedbîrên li dijî berdana gaza sera.
Rûniştina 22. a civîna bilind a bi navê COP21 wê di meha Mijdarê de li bajarê Fas Marakeşê pêk were. Beriya vê civîna bilind, wê Sekreterya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî di meha Gulanê de civînekê lidar bixe.
Her wiha, merasîma îmzekirina peymana avhewayê ya di meha Kanûnê de hat qebûlkirin, wê li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê pêk were. Ji bo peyman bikeve meriyetê divê 55 welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ku herî kêm ji sedî 55 ê gaza serayê li atmosferê belav dikin, vê peymanê mor bikin.
Li gorî vê peyama ji bo pêşîgirtina li germahiya global, tê xwestin ku germahiya global li gorî rewşa beriya şoreşa pîşesaziyê, herî zêde di pileya 2'an de bê ragirtin.