Piştî ku Serokwezîrê demî Marîano Rajoy wezîfeya avakirina hikûmetê ya Qralê Spanyayê Felîpe yê 6. da wî red kir, qral ev wezîfe radestî lîerê Partiya Karker a Sosyalîst Pedro Sanchez kir.
Sanchez piştî ku wezîfe wergirt got, "Demokrasiya Spanyayê, bi kongreyeke kompleks û piralî re, ji bo hilbijartina hikûmetekê divê rêyekê bibîne. Hemû partî ji bo hevdu fêm bikin û vê guhertinê pêk bînin, dixebitin. Partiya Sosyalîst amade ye Spanyayê ji vê rewşa girêka kor a ku Birêz Rajoy afirand, derxîne."
Di hilbijartinên 20'ê Kanûnê de Partiya Gel a mûxafazakar a bi lîderiya Rajoy bi rêjeya ji sedî 28'an re bû partiya yekemîn, lê belê ji bo bi tena serê xwe bide desthilatdar, piraniya endamên parlamentê bi dest nexistibû. Partiya Karker a Sosyalîst, Podemos û Partiya Welatiyan red kiribûn ku destekê bidin Partiya Gel.