'Zarokên koçber ên winda neçarî kolebûyînê tên hiştin'
Rojnamevanê Îtalî Lûca Attanasîo yê li ser zarokên penaber pirtûkek nivîsandiye, bi taybetî balê dikişîne ser drama zarokên bêyî malbatên xwe ketine ser rêya Ewropayê.
Rojnamevanê Îtalî Lûca Attanasîo yê li ser zarokên penaber pirtûkek nivîsandiye, bi taybetî balê dikişîne ser drama zarokên bêyî malbatên xwe ketine ser rêya Ewropayê.
Rojnamevanê Îtalî Lûca Attanasîo yê li ser zarokên penaber pirtûkek nivîsandiye, bi taybetî balê dikişîne ser drama zarokên bêyî malbatên xwe ketine ser rêya Ewropayê. Attanasîo diyar kir, gelek ji van zarokan di nava lepên çeteyên organîzeyî yên navneteweyî de mecbûrî kolebûyînê tên hiştin.
Rojnamevanê Îtalî Lûca Attanasîo ji AFP'ê re axivî û da zanîn, ku di dema dawî de hejmara zarokên bi tenê hatine gelekî zêde bûne.
Lûca Attanasîo ragihand, mîna hemû penaberên welatê xwe terikandine, zarok jî ji bo xwe bigihînin Ewropayê mehkûmî çeteyên bazirganên mirovan hatine hiştin û da zanîn, ku di dema vê rêwîtiyê de zarok li gelek şêweyên şîdetê rast hatine. Li gorî Attanasîo, ku ev çeteyên weke 'operatorên tûr' tên pênasekirin, rêxistinbûyîneke mafya ya navnetweyî ye. Attanasîo destnîşan kir, ku gelek ji van zarokan di nava lepên van mafyayn de mîna koleyan tên ragirtin.
Lûca Attanasîo anî ziman, hin ji malbatan ji bo ferdekî ji malbata xwe bişîne Ewropayê hemû qezenca jiyana xwe didin bazirganên mirovan û da zanîn, ku dema ev pere ji bo rêwîtiyê têrê nake, hingî koçber di destê şebekeyan de mîna 'koleyan' tên ragirtin.
Attanasîo got, "Dema ev koçber zarok bin, drama heyî girantir dibe. Ji ber ku zarok neçar dimînin bi mafyayê re têkiliyê deyne, rêwîtiya xwe ji wan re bihêlin û şahidiyê ji gelek rewşên dijwar re bikin. Zarok îşkenceyê dibînin, gelek caran li wan tê xistin û şahidiyê ji mrina mirovên pê re di rê de ne, dikin. Ev zarok bi giranî di dema rêwîtiya xwe de mehkûmî koledariyê tên kirin. Ev rewşa koledariyê piştî rêwîtiyê jî didome."
Attanasîo bibîr xist, ku li gorî daxuyaniya Europolê bi qasî 10 hezar zarokên penaber piştî xwe gihandin welatên Ewropayê winda bûne û anî ziman, ku mafya naxwazin ev zarok di qeydên fermî yên welatan de cih bigirin. Attanasîo wiha dewam kir: "Tora mafya bi awayekî organîzeyî dixebitin û li benda hin serdemên diyar ên jiyana zarokan disekinin. Ji ber ku dizanin zarok gelekî zû dişikên. Mixabin ev zarok bi giranî dibin endamê çete yan jî di nava şert û mercên gelekî giran de neçar tên hiştin fûhûşê bikin."