Ji bo dosyayên penaberiyê yên li Elmanya bang li xebatkarên Postayê hat kirin

Daîreya Koç û Penaberiyê ya Federal (BAMF), ji bo serlêdanên penaberiyê yên hatine kirin bi encam bike, hat îdîakirin ku dixwaze alîkariyê ji Îdareya Postayê werbigire.

Li Elmanyayê ku di nava du salan de hejmareke zêde ya koçberan xwe lê girtine, bi qasî 800 hezar serlêdanên penaberiyê li benda nirxandinê ne. Daîreya Koç û Penaberiyê ya Federal (BAMF), ji bo serlêdanên penaberiyê yên hatine kirin bi encam bike, hat îdîakirin ku dixwaze alîkariyê ji Îdareya Postayê werbigire.

Di nûçeya rojnameya Bîld am Sonntag de hat ragihandin, ku ji 300 xebatkarên Îdareya Posta ya Federal hatiye xwestin, di nava BAMF'ê de bixebitin. Bi rêya emailê, ji van xebatkarên postayê hat xwestin ku ji 6 heta 12 mehan bi 'dilxwazî' ji bo BAMF'ê bixebitin.

Di nûçeyê de hat gotin, eger xebatkarên Postayê li BAMF'ê bixebitin, wê mûçeyekî din jî bistînin.

Hejmara dosyayên penaberiyê yên li BAMF a li bajarê Nurnbergê kom bûn, tê gotin 770 hezar e. Nirxandina van dosyayan berê çend meh an jî hefteyan dewam dikir, lê niha 6 mehan dewam dike.

Bi qasî 1,1 mîlyon penaber par hatin Elmanyayê. Ji van 475 hezaran serlêdana penaberiyê kirine. Di sala 2014'an de ev hejmar 200 hezar bû.