PE xwest ambargoya çekan li hemberî Erebîstana Siûdî bikeve meriyetê

Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo ambargoya çekan deyne ser Erebîstana Siûdî bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir.

Li Parlamenta Ewropayê, daxwaza ambargoya çekan a li ser Erebîstana Siûdî, di dengdayîna duh de bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Ev biryara parlamentê girêdar nîne, lê belê bi vê biryarê re tê xwestin ku li ser welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî jî Îngilîstan û Fransayê yên çekan difiroşin Erebîstana Siûdî zext were kirin.

750 îmzeyên li dijî ambargoyê beriya biryara Parlamentê hatin berhevkirin, radestî Sekretera Giştî ya ji Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Federîca Mogherînî hat kirin.

Îngilîstanê, ji roja destpêkirina şerê navxweyî yê li Yemenê û vir ve bi 3 mîlyar dolarî çek firotiye Erebîstana Siûdî. Elmanyayê jî di şeş mehên destpêkê yên par de bi 200 mîlyon dolarî çek firot vî welatî.

Bi pêşengiya Erebîstana Siûdî 9 welatên Ereb ji 26'ê Adara 2015'an û vir ve li Yemenê bombeyan li Hûsiyan dibarînin. Ji ber van êrîşên hewayî piraniya wan sivîl bi qasî 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.