Tê gotin 'Fransa dema bikaranîna santralên nukleerî dirêj dike'
Li Fransayê, ku yek ji welatên herî zêde enerjiya nukleerî hildiberîne, tevî xeteriyên tên zanîn jî nîqaş tê kirin ku dema bikaranîna santralan were dirêjikirin.
Li Fransayê, ku yek ji welatên herî zêde enerjiya nukleerî hildiberîne, tevî xeteriyên tên zanîn jî nîqaş tê kirin ku dema bikaranîna santralan were dirêjikirin.
Li Fransayê, ku yek ji welatên herî zêde enerjiya nukleerî hildiberîne, tevî xeteriyên tên zanîn jî nîqaş tê kirin ku dema bikaranîna santralan were dirêjikirin. Tê gotin, dma bikaranîna santralan ku heta roja îro weke 40 sal hatibû diyarkirin, wê bibe 50 sal.
Li gorî îdîaya radyoya Europe 1, Wezîra Hawirdorê Segolène Royal pêşniyarek ji bo dema bikaranîna santralên nukleerî dike 50 sal, qebûl kiriye. Tevî ku Royal ev daxwaza yek ji şîrketên elektrîkê yên sereke EDF qebûl kiriye jî, ne diyar e bê biryara dawî wê kengî bê dayîn.
Saziya bi navê Otorîteya Ewlekariya Nukleerî (ASN) a ji santralên nukleerî berpirsyar e, tê payîn ku biryara xwe ya di vî warî de di sala 2018'an de bide. Ji ber ku maliyeta santralan zêde ye, nayê zanîn bersiveke çawa ji daxwaza dirêjkirina dema bikaranîna santralan bê dayîn.
Di raporek beriya niha ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatibû weşandin de hatibû îdîakirin, ku li Fransayê piştî bikaranîna santralên nukleerî, budçeyeke têrker a ji bo demontekirin, paqijkirin û veşartina bermayiyên van santralên nukleerî nîne.
Hikûmet û şîrketa cemaweriyê EDF vê îdîayê qebûl nakin û dibêjin ku ji bo santralên nukleerî budçeyek ji 23 mîlyar euroyî bi awayekî aktîf amade ye.
Santralên nukleerî ku ji Karesata Çernobîl a 1986'an û vir ve mijara nîqaş ê ne, ji ber Karesata Fûkûşîma ya sala 2011'an ketibû rojeva tevahiya cîhanê. Veşartina bermayiyên radyo-aktîf ên ji hilberîna enerjiya nukleerî mane jî, yek ji pirsgirêkên herî girîng e.
Ji bo veşartina van bermayiyan li binê erdê, ku hin ji wan divê bi sed hezaran salan werin veşartin, cihekî guncaw ê cografîk bi hêsanî nayê dîtin. Herî dawî hin herêmên li eyaletên başûr ên Awûstralyayê, ji bo depokirina bermayiyên nukleerî hatibûn rojevê.
Di mijara santralên nukleerî de DYA bi 99 reaktorên li 62 santralan di rêza yekemîn de cih digire. Li Fransa jî li 19 santralan 58 reaktorên aktîf hene. Fransa ji sedî 77 ê enerjiya xwe ya giştî ji van santralan bi dest dixe. Ji sedî 4,5 ê enerjiya xwe jî ji ba û rojê bi dest dixe.