Kerry: Plana B a li Sûriyeyê dibe ku parçebûn be

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin, ku eger agirbesta demî ya di dawiya hefteyê de li Sûriyeyê destpê bike bi ser nekeve, hingî parçebûna welêt dikare weke plana B bikeve dewrê.

John Kerry li Komîteya Karên Derve ya Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka axivî û got, "Eger em hîn bêhtir li bendê bimînin, dibe ku dereng be em Sûriyeyê weke welatekî yekpare biparêzin."

Kerry ji bo pirsên senatoran ên li ser çawaniya parçebûnê, bi zelalî nebersivand.

Kerry diyar kir ew ne alîgirê parçebûna Sûriyeyê ne û got, "Eger em gavê neavêjin, rewş dikare bêhtir nebaş bibe. Rûsya jî niha vê dibetiyê dinirxîne."

Kerry ji bo pirsa "Rûsya wê li gorî agirbestê tevbigere yan na?" got, "Em ê bisekinin û bibînin."