Li Bexdayê xwepêşandanên li dijî 'nelirêtiyê' destpê kirin
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda El Sadr, bi hezaran kes beriya nimêja Înê li dijî nelirêtiyê daketin meydanan.
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda El Sadr, bi hezaran kes beriya nimêja Înê li dijî nelirêtiyê daketin meydanan.
Tê payîn banga lîderê Şîa beriya nimêja Înê ji girseya gel a li ser banga Tevgera Sadr li hev civiya bê xwendin.
Alîgirên Tevgera Sadr li yek ji meydanên navendî yên Bexdayê li Tehrîrê li hev civiyan û bi şiyara 'Li Iraqê sererastkirin' li hemberî nelirêtiyên li daîreyên dewletê yên Iraqê tên kirin, mîtîngê lidar dixin. Xwepêşandan li ser banga tevgera Sadr hat kirin û hişyarî ji girseyê re hat dayîn ku xwepêşandaneke aştiyane lidar bixe û êrîşî ti partiyên siyasî û saziyan neke.
Li gorî agahiyên ji aliyê televîzyona El Iraqî ve hatin ragihandin, girseyên gel ên li gelek herêmên bajêr li hev civiyan ber bi meydana Tehrîr ve meşiyan. Piştî xwendina daxuyaniya Muqteda El Sadr, tê payîn girseya gel belav bibe.