Di ser Tirkiyeyê re di nava 50 rojan de 95 hezar penaber hatin Yewnanîstanê

Li gorî daneyên ji aliyê Yekîneya Ewlekariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ve hatin weşandin, di meha Çileyê de hejmara penaberên xwe gihandine Yewnanîstan û Îtalyayê 74 hezar e.

Li gorî daneyên ji aliyê Yekîneya Ewlekariya Sînor a Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ve hatin weşandin, di meha Çileyê de hejmara penaberên xwe gihandine Yewnanîstan û Îtalyayê 74 hezar e. Lê belê tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî îsal di nava 50 rojên destpêkê de hejmara penaberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûne 95 hezar e.

Li gorî Frontexê, di meha Çileyê de hejmara penaberên hatin Yewnanîstanê 65 hezar, yên hatin Îtalyayê jî 5 hezar 600 e.

Hejmarên ji aliyê Frontexê ve hatin eşkerekirin nîşan dide ku tevî peymana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatiye morkirin, derbasbûna penaberan hînê dewam dikin, lê ji ber mercên nebaş ên hewayê kêm bûye.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ku duh eşkere kir, di navbera 1'ê Çileyê-20'ê Sibatê de hejmara penaberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûne, 94 hezar 269 e. 33 hezar 767 ji van penaberan di nava 20 rojên destpêkê yên îsal de hatin.