Rûsya: Provokasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê nayên qebûlkirin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry duh bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry duh bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Hat ragihandin, ji bo garantîkirina agirbesta li Sûriyeyê Lavrov û Kerry hemfikirin ku di navbera Rûsya û DYA de koordînasyona leşkerî hebe.
Her du wezîran, operasyonên li dijî komê terorîst ne di nav de, li ser rê û rêbazên pêkanîna agirbestekê sekinîn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin ku Lavrov di axaftina bi telefonê de ji Kerry re gotiye, "Provokasyonên Tirkiyeyê yên ji bo binpêkirina xaka Sûriyeyê nayê qebûlkirin."
Di vê navberê de, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê nîqaşên xwe yên li ser operasyoneke gengaz a Tirkiyeyê ya bejahî li dijî Sûriyeyê, roja Duşemê bidomîne.