DGB wê li Stûttgartê destekê bide namzetên Die Linke

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dan xuyakirin, ku di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 13'ê Adarê de ew destekê didin Die Linke.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ku di hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 13'ê Adarê de ew destekê didin Die Linke.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke saziyên demokratîk, pêşverû, welatparêz û şoreşger em di wê baweriyê de ne ku namzet Gokay Akbûlût wê bibe dengê me, lewma em destekê didin partiya Die Linke.

Xwedîderketina li daxwazên karker û kedkaran, hestyariay li pirsgirêkên Elewiyan û gelê Kurd, helwest û têkoşîna li hemberî tevgerên nîjadperest-faşîst û parastina mafên koçberan pîvanên me yên bingehîn e." Hat destnîşankirin, ku li gorî van pîvanan ew di şexsê namzet Gokay Akbûlût û Bernd Rîexînger de destekê didin partiya çep Die Linke.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dan zanîn, ku Gokay Akbûlût a ji partiya Die Linke namzeta wan a hevpar e û wiha dewam kirin: "Li Elmanyayê benda hilbijartinê ji sedî 5 e. Die Linke dema li eyaletê ji sedî 5 derbas kir, wê Gokay Akbûlût a di rêza yekemîn de cih digire, yekser bê hilbijartin û cihê xwe di Parlamenta Eyaletê de bigire. Lewma girîng e mirovên me yên bûne welatiyên Elman di 13'ê Adarê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Die Linke."