DAIŞ'ê êrîşî mizgefta Şîa kir: Herî kêm 15 kes mirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî mizgefteke Şîa, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî mizgefteke Şîa, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li semta Şûle ya li bakurrojavayê Bexdayê, du çeteyên DAIŞ'ê li hemberî mizgefta Resûl El Azam êrîşên xwekujî kirin.

Yek ji van çeteyan ket hundirê mizgeftê û bombeyên li ser xwe teqand. Çeteyê din jî, ji ber ku hêzên ewlekariyê hat cihê bûyerê, bombeyê li ser xwe teqand.

Di bûyerê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.

Semta Şûle weke yek ji semtên ku artêşa Mehdî ya bi pêşengiya lîderê Şîa Mûqteda es Sadr lê xurt e, tê naskirin. Balkêş e ku ev êrîş beriya xwepêşandaneke îro ya bi beşdariya es Sadr hat kirin.