Hilbijartinên giştî yên li Sûriyeyê wê di 13'ê Nîsanê de bên kirin

Li Sûriyeyê, ku Rûsya û DYA li ser agirbesta li vî welatî li hev kirine, hat ragihandin ku wê hilbijartinên parlamentê di 13'ê Nîsanê de bên kirin.

Li Sûriyeyê, ku Rûsya û DYA li ser agirbesta li vî welatî li hev kirine, hat ragihandin ku wê hilbijartinên parlamentê di 13'ê Nîsanê de bên kirin.

Di nûçeya li ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA de hat weşandin, hat ragihandin ku Serokdewlet Beşar Esad biryar daye ku hilbijartinên giştî di meha Nîsanê de pêk bîne. Lê nehat eşkerekirin ku ev hilbijartin wê li ku û di nava kîjan şertan de bên kirin. Hilbijartina herî dawî di sala 2012'an de hatibû kirin.

Di çarçoveya lihevkirina navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de, li Sûriyeyê wê ji roja Şemiyê û pê ve agirbest were îlankirin. Ev agirbest bi tenê di navbera artêşa Sûriyeyê û 'mûxalîfan' de ye. Çeteyên DAIŞ û El Nûsra li derveyî vê agirbestê ne.

Li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya di meha Kanûnê de hat wergirtin, li Sûriyeyê di nava pêvajoya derbasbûnê ya 18 mehan de wê agirbest, hilbijartinên parlament û serokdewletê bê kirin.