Li nava Yekîtiya Ewropayê hejmara cihên kar zêde dibe

Li gorî daneyên ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ve hatin eşkerekirin, di nava nifûsa 20-64 salî ya li welatên YE de rêjeya mirovên bûne xwedî kar gihaşt asta ji sedî 70,6.

Li gorî daneyên ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ve hatin eşkerekirin, di nava nifûsa 20-64 salî ya li welatên YE de rêjeya mirovên bûne xwedî kar gihaşt asta ji sedî 70,6.

Li gorî vê yekê, rêjeya qadên kar a dema Çile-Îlona 2015'an bi rêjeya ji sedî 0,9 zêde bûye. Bi vî rengî gihaşt asta rêjeya kar a sala 2008'an.

Li gorî daneyên komîsyonê, rêjeya mirovên bûn xwedî kar herî zêde di sektora xizmetê de hatiye dîtin. Di sektora çandinî yan jî înşaetê de ti pêşketin nebû.

Di heman demê de hat ragihandin, ku ji aliyê afirandina qadên kar ve herî zêde Spanya, Macarîstan, Estonya û Letonya derketin pêş.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eurostat, rêjeya bêkariyê di asteke girîng de kêm bûbû. Di nava YE ya ji 28 endaman de rêjeya bêkariyê di destpêka sala 2015'an de ji sedî 9,7 bû. Di dawiya salê de gihaşt ji sedî 9'an. Li Herêma Euro ya 19 welat endamên wê ne, rêjeya bêkariyê di dawiya salê de ji rêjeya ji sedî 11,2 daketibû ji sedî 10,4.