Gemariya hewayê he sal rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike

Li gorî lêkolînek zanyarên Amerîkî, gemariya hewayê salane rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike.

Li gorî lêkolînek zanyarên Amerîkî, gemariya hewayê salane rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike. Ji sedî 55 ê van mirovan jî, Çîn û Hîndîstanê ne, ku nifûsa van her du welatan ji sedî 35 ê tevahiya cîhanê ye.

Serokê Health Effects Institutes Dan Greenbaûm li konferansa Komeleya Pêşvebirinê ya Zanyarên Amerîkî (AAAS) axivî û anî ziman, gemariya hewayê salane li cîhanê rê li ber mirina 5,5 mîlyon mirovan vedike. Greenbaûm da xuyakirin, ku ji sedî 55 ê van mirovan li Çîn û Hîndîstanê ne û ragihand, Pekîn û Delhî ya Nû di mijara gemariya hewayê de bajarên serkêş in.

Li gorî agahiyên ji aliyê Greenbaûm ve hatin dayîn, di sala 2013'an de li Çînê 1,6 mîlyon, li Hîndîstanê jî 1,4 mîlyon mirov di encama nexweşiyên ji ber gemariya hewayê de jiyana xwe ji dest dan. Li paytexta Çînê Pekîn û li paytexta Hîndîstan Delhî ya Nû, rêjeya gemariya hewayê digihêje asta; 300 partîkul li 1 metrekupê.

Hewa gemarî herî zêde dibe sedema nexweşiyên di pişikê û kardiyovaskuleran.

Santralên eletkrîkê hildiberînin, febrîqe, egzozên wesayîtan, dûxana komirê û dûxana ji ber êzingan, weke aktîvîteyên sereke yên rê li ber gemarîbûna hewayê vedikin, tê dîtin.

Ji pisporên Zanîngeha Brîtîsh Colûmbîa ya Kanadayê Profesor Mîchael Baûer da xuyakirin, ku gemariya hewayê di nava sedemên mirina mirovan de di rêza çaremîn de ye. Baûer destnîşan kir, ku ji bo tenduristiya civakê, gelekî girîng e rêjeya gemarîbûna hewayê bê kêmkirin.