Partiya rastgir AfD ku bi zêdebûna hejmara penaberan li Elmanyayê xurt bû dixwaze li ser sînor li dijî penaberan çek were bikaranîn. Bi qasî yek ji sê parên gelê Elman destekê dide vê daxwazê.
Li gorî anketa şîrketa YouGov, ji sedî 29 ê Elmanan dixwazin, hêzên ewlekariyê ji bo astengkirina penaberan li ser sînor çekê bi kar bînin. Ji sedî 57 ê beşdarên anketê dibêjin, ew ê pêkanîneke bi vî rengî qebûl nekin. Ji sedî 14 jî di vî warî de tiştek negot.
Ji ber vê pêşniyara xwe ya bikaranîna çekan li hemberî penaberan hatibû xwestin ku partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve were şopandin. Balkêş e ku ji sedî 27 ê beşdarên anketê li hemberî vê pêşniyara Alîkarê Serokwezîr Sîgmar Gabrîel derketin. Ji sedî 58 ê Elmanan dixwazin AfD ji ber gotinên xwe yên nîjadperest bê şopandin.
AfD di sala 2013'an de li ser bingeha dijberiya Euro ava bû û di hilbijartinên Îlona 2013'an de bi rêjeya 4,7 a dengan re kêm ma bû cihê xwe di Meclîsa Federal de bigirta.