Di hilbijartinên Meclîsa Ahengiyê de ku 6 salan carekê li Elmanyayê tên kirin û mirovên ne welatiyên Elman jî dikarin tevlî bibin, li Nurnbergê namzetekî Kurd jî heye. Volkan Kuççuk ji bo bo dengdayînê bang li Kurdan kir.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê wê di 18'ê Adara 2016'an de hilbijartina Meclîsa Ahengiyê bê kirin. Namzetê Kurd Volkan Kuççuk ê 21 salî, ji malbateke Mereş/Elbîstanê ye.
Ji bo di hilbijartinên Meclîsa Ahengiyê de deng were bikaranîn, divê mirov zêdeyî 6 mehan li Nurnbergê dimînin. Di kaxiza hilbijartinê ya her hilbijêrê/î de maf heye ku hilbijêrek 12 dengan bi kar bîne. Ji bo namzetekî bi tenê dikare sê pûanan bide. Hilbijêr dikare 9 pûanên mayî jî li nava namzetên din belav bike.
Di hilbijartina Meclîsa Ahengiyê (Ingerationrat) a 13'ê Adara 2016'an de namzetê Komeleyu Çanda Kurd-Mala Gel a Medyayê Volkan Kuççuk e. Kuççuk ê 21 salî ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku divê beriya her tiştî bi ahengiyeke mayînde ya li Nurnbergê re atmosfera jiyanê were afirandin.
Kuççuk da xuyakirin ku ahengî bi du aliyan ve dibe û got, "Bi dîtina min, ahengî her tim ji biyaniyan tê xwestin. Lê belê di nava kesên pêşî li ahengiyê didin de Elman jî hene. Girîng e pêşhukmî werin hilweşandin."
Kuççuk diyar kir, divê ciwan di nava du civakan de mîna pirekê tevbigerin û anî ziman ku yekane hilbijartina mirovên biyanî dikarin tevlî bibe ev hilbijartine û banga dengdayînê kir.
Namzet Volkan Kuççuk ji Kurdistaniyan jî xwest di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin wî.
