Li Elmanyayê du trenên rêwiyan li hev qelibîn: Gelek kes mirin û birîndar bûn

Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê du trenên rêwiyan li hev qelibîn. Hat ragihandin, ku di bûeyrê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li nêzî bajarê Bad Aîblîng ê eyaleta Bavyerayê, du trenên rêwiyan danê vê sibeê saet di 06:50 de ji ber sedemeke ne diyar li hev qelibîn. Di encama qezayê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 jê giran zêdeyî 150 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê, hejmareke zêde ekîbên arkujî û kedkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ji bo agahî ji xizmên xwe werbigirin jî ev xeta telefonê +49 395 43084390 hat avakirin.

Piştî bûyerê xeta trenê ya navbera Rosenheîm û Heozkîrchenê bi temamî li şûn û hatinê hat girtin.