'Fermandarê' DAIŞ'ê yê di ser Tirkiyeyê re reviya Elmanyayê hat binçavkirin
Polîsên Elman li bajarê Maînzê avêtin ser du malan û yek jê payebilindekî kevin ê DAIŞ'ê 2 kes kirin bin çavan.
Polîsên Elman li bajarê Maînzê avêtin ser du malan û yek jê payebilindekî kevin ê DAIŞ'ê 2 kes kirin bin çavan.
Polîsên Elman li bajarê Maînzê avêtin ser du malan û yek jê payebilindekî kevin ê DAIŞ'ê 2 kes kirin bin çavan. Kesê 32 salî yê di oeprasyona bi fermana Dozgeriya Giştî ya Federal a Elmanya de hat binçavkirin, tê gotin ku 'fermandarekî leşkerî' yê DAIŞ'ê yê bi navê 'Bassam' e, ku li bajarê Deyrezor û derdora tev digeriya.
Hat ragihandin, ev endamê DAIŞ'ê yê li gundê Sankt Johann ê li nêzî Maînzê hat girtin, di ser Tirkiyeyê û Balkanan re hatiye Elmanyayê û li vê derê bi çend Sûriyeyiyên din re weke penaber bi cih bûye. Spîegel TV bi agahiyan ragihand ku kesê hatiye girtin endamê DAIŞ'ê ye û ev endamê qaşo payebilind ê berê yê DAIŞ'ê berê di nava mûxalîfên dijberên Esad de bû, dûre tevlî El Nûsra bûye.
Hat gotin, ev çete piştre tevlî nava DAIŞ'ê bûye, xwestiye çalakiya xwekujiyê pêk bîne, lê belê ji aliyê kekê xwe yê 'hakimê şerîatê' ye hatiye qanihkirin û di asta fermandariyê de hatiye wezîfedarkirin. Spîegel TV da zanîn ku ev endamê çete li Deyrezorê fermana qetilkirina bi dehan Sûriyeyiyan bi xwe daye û diyar kir, aktîvîstên Sûriyeyî têkildarî vî şexsî bi rêya înternetê agahî parve kirine.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, ev endamê çete di Îlona 2015'an de bi pereyên ji DAIŞ'ê wergirtî re li bakurê Helebê teslîmî bendeke kontrolê ya Artêşa Azad bûye, piştre bi awayekî nediyar winda bûye û derbasî Tirkiyeyê bûye. Endamê çete piştre tevî penaberên Sûriyeyî di ser Tirkiyeyê re derbasî Elmanyayê bûye.