Tûnis ji girên ji xîzê û qenalan sînorekî 200 km'yî çêkir
Tûnis, ku par bû hedefa êrîşên terorîstî û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, li ser sînorê Lîbyayê 'sîstemeke astengkirinê' ya ji girên xîzê û qenalan çêkir.

Wezîrê Parastinê yê Tûnisê Ferhat Horşanî anî ziman, ku ji ber êrîşên terorîstî valahiyeke cidî ya ewlekariyê heye, lewma wan li ser sînorê Lîbyayê 'sîstema astengkirinê' xistine meriyetê.
Di vê çarçoveyê de li gelek herêmên sînorê ji 200 kîlometreyî girên ji xîzê û qenalên avê hatin çêkirin. Ev gir û qenal bi metreyan bilind û berfireh in.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezîrê Parastinê ve hatin dayîn, ji bo li ser sînor werin bikaranîn wê gelek materyalên elektronîk ji Elmanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bên wergirtin. Wezîr anî ziman ku tevî astengkirina komên çekdar wê bi vî sînorî re pêşî li qaçaxçiyan jî bê girtin.
Çeteyên DAIŞ'ê û hin rêxistinên din ên çeteyan ku ji tevlîheviya navxweyî ya li Lîbyayê sûdê werdigirin, dikevin nava Tûnisê û êrîşan dikin. Par di êrîşa li hemberî Muzeya Bardo ya meha Adarê de 29, di meha Hezîranê de jî di êrîşa li bajarê Soûsse jî 38 kes ji ber êrîşên çeteyan jiyana xwe ji dest abûn. Hatibû tespîtkirin ku êrîşkar ji Lîbyayê derbasî Tûnisê bûne.