Li Ramadî 68 esîr ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Di operasyonên li bajarê Ramadî yê ser bi wîlayeta Anbar a Iraqê de, 68 sivîlên di destê DAIŞ'ê de esîr hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.
Di operasyonên li bajarê Ramadî yê ser bi wîlayeta Anbar a Iraqê de, 68 sivîlên di destê DAIŞ'ê de esîr hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.
Di operasyonên li bajarê Ramadî yê ser bi wîlayeta Anbar a Iraqê de, 68 sivîlên di destê DAIŞ'ê de esîr hatibûn girtin, hatin rizgarkirin. Çavkaniyên artêşê dan xuyakirin, ku di şerê dawî de gelek çete hatine kuştin û anîn ziman, ku rewş li Ramadî asayî dibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya arteşê de hat gotin, di operasyonên hewayî û bejahî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li navenda Ramadî tên meşandin de gelek çete hatine kuştin û 68 sivîlên demeke dirêj di destê DAIŞ'ê de dîl girtî bûn, hatine rizgarkirin. Di heman dawiyê de hat ragihandin ku li hemberî komeke çeteyên DAIŞ'ê ya li herêma bendava Hîtê ya li bakurê Ramadî hedef hatiye girtin û di encamê de zerareke mezin li çeteyan bûye.
SECCARIYE JI DAIŞ'Ê HAT PAQIJKIRIN
Endamê Meclîsa Wîlayeta Anbar Nehla Elrawî daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman, ku rewş li Ramadî ber bi başiyê ve diçe û navçeya Seccariyeyê hatiye rizgarkirin. Elrawî da zanîn, çend navçeyên din jî hatine rizgarkirin û ew dixwazin di nava çend rojan de rêya diçe bendava Hîtê û Eyn El Esed kontrol bikin.