Li Nurnbergê danasîna namzetên Meclîsa Ahengiyê

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, 4 namzetên hilbijartina 'Meclîsa Ahengiyê' ya 13'ê Adarê, wê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Nurnbergê ve werin destekkirin.

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, 4 namzetên hilbijartina 'Meclîsa Ahengiyê' ya 13'ê Adarê, wê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Nurnbergê ve werin destekkirin.

Her çar namzet Sevcan Keten, Volkan Kuççuk, Kamber Ozdemîr û Lemîa Yîgît wê bi navê Demokratische Internationale Liste tevlî hilbijartinê bibin. Ji bo danasîna namzetan û destekkirinê li Navenda Çanda Elewiyan çalakiyek hat organîzekirin. Di şevê de Koma Erbanê ya Jinan a Komeleya Dialog der Kulturen, Koma Govendê ya Zarokan a Komeleya Çanda KUrd a Mala Gel a Medyayê, Koma Avaşîş a Munchenê, Koma tenbûrê ya Mala Cem a Navenda Çanda Elewiyan, Yûsûf Çolak û Mûstafa Nûrî derketin ser dikê.

Namzetê Komeleya Çanda Mala Gel a Mezopotamyayê Volkan Kuççuk got, "Zilma li Kurdistanê li gel tê kirin naqede. Jin, zarok, extiyar, ciwan her kes dibin hedefa gule û bombeyan. Komkujiyên ji aliyê AKP a dagirker ve tên kirin, naqede."

Kuççuk anî ziman ku ew 21 salî ye, ji bo Meclîsa Ahengiyê namzetê herî temen ciwan e û bang li Kurdistaniyên li herêmê dijîn kir, ku destekê bidin wî.

Ji damezrînerên Navenda Çandê ya Yenî Gun a AGÎF'ê yê Nurnbergê Kamber Ozdemîr ku di heman demê de namzetê Meclîsa Ahengiyê ye, berxwedêrên li Kurdistanê silav kir. Ozdemîr ji bo Nurnbergeke rengîn, ji gelek çand û zimanan bal kişand ser girîngiya hilbijartinê.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel a Medyayê Serdar Erdogan jî li ser hilbijartinê wiha axivî: "Meclısa Biyaniyan a di sala 1973'an de ava bû, di sala 2010'an de navê 'Meclîsa Ahengiyê' lê hat kirin. Hilbijartinên vê meclîsê şeş salan carekê tên kirin. Ya dawî jî 13'ê Adara îsal e. Ji bo Meclîsa ji 30 kursiyan heta niha 80 namzetan serlêdan kirine. Hilbijaritn wê bi çar koman pêk were. Namzetên me jî namzetên li derveyî Ewropayê ne. Tevlîbûna li dengdayînê girîng e. Lewma bang li Kurdistaniyan dikim ku biçin ser sindoqan. Wezîfeya Meclîsa Ahengiyê, şêwirmendî ye. Hilbijêr wê li 10 nuqteyan di navbera saet 08:00 heta 18:00 karibin dengên xwe bi kar bînin. Mafê her kesî heye ku 12 caran deng bi kar bîne. Ji bo namzetekî herî zêde 3 deng dikarin were dayîn."

...