Li Fransayê biryara li ser rewşa awarte ji Desteya Wezîran re tê hiştin
Li Fransayê, revîsyona destûra bingehîn, ku biryara li ser rewşa awarte radestî desteya wezîran dike, hat qebûlkirin. Mûxalefeta çep a radîkal li dijî vê revîzyonê derdiket.

Di dengdayîna li Meclîsa Neteweyî de, ji parlamenterên beşdarî dengdayînê bûn 103 ji wan dengê erê dan. 26 jî li dij derket. Ji bo vê xala qanûnê ya ji aliyê Partiya Sosyalîst (PS) ve hat pêşkêşkirin, parlamenterên Partiya Komarger a rastgir (LR) a bi lîderiya Nîcolas Sarkozy, Partiya Radîkalên Çep (RD), partiya rastgir a navendî UDI destek dan.
Tevî hin parlamenterên PS û LR, parlamenterên Eniya Çep a ji çep a radîkal û komunîstan (FG) û Ewropaya Ekolojî ya Kesk (EELV) dengê 'na' bi kar anîn.
Li gorî vê qanûnê, di rewşa 'gefa giran a li hemberî sîstema cemaweriyê' an jî 'afetên ji ber bûyerên xwezayî' de desteya wezîran dikare biryarê li ser ragihandina rewşa awarte bide.
Li Fransayê, piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin û 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, rewşa awarte hatibû îlankirin û dema vê pêkanînê piştre ji bo 3 mehan hatibû dirêjkirin.