Dadgeha Bilind rêvebirina bernameya avhewayê ya Obama sekinand

Dadgeha Bilind a DYA, têkildarî Bernameya Parastina Avhewayê ku yek ji girîngtirîn projeyên Serokê DYA Barack Obama ye, biryara sekinandina bicihanîna wê da.

Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), têkildarî Bernameya Parastina Avhewayê ku yek ji girîngtirîn projeyên Serokê DYA Barack Obama ye, biryara sekinandina bicihanîna wê da.

Bernameya bi navê 'Clean Power Plan' a ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksît (CO2) a sektora enerjiyê ya DYA hat amadekirin, li astengiya Dadgeha Bilind aliqî. Dadgehê biryar da bername bê sekinandin.

Dadgehê hikum da, ku heta li ser bernameyê biryara dawî bê dayîn, tedbîrên ji bo kêmkirina belavkirina CO2 hatine wergirtin, bên sekinandin. Bicihhatina bernameyê ancax bi redkirina hemû dozên eyaletên di destê Komargehan de ne û dozên şîrketên mezin ên endustrî, pêk were.

Barack Obama ku wê di destpêka sala 2017'an de wezîfeya xwe radestî seroka/ê nû bike, di meha Tebaxê de bernameya bi navê Clean Power Plan eşkere kiribû. Li gorî vê bernameyê, rêjeya belavkirina karbondîoksît a li santralên enerjiyê yên li DYA, heta sala 2030'î wê li gorî sala 2005'an ji sedî 32 bihata kêmkirin.

Di çarçoveya bernameyê de, li şûna bikaranîna enerjiyên fosîl, wê giranî ji razemendiyên li ser çavkaniyên enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn re bihata dayîn.

Li hemberî bernameya avhewayê ya Obama, gelek şîrketên enerjiyê û eyaletên bi rêveberiya Komargehan, doz vekiribûn.