Aboriya Hîndîstanê ji ya Çînê bêhtir mezin bû
Li gorî hejmarên ji aliyê hikûmeta Hîndîstanê ve hatin eşkerekirin, aboriya welêt di nava 3 mehên dawî yên sala 2015'an de bi rêjeya ji sedî 3 mezin bûye. Ev rêjeya mezinbûnê, Çîn jî li dû xwe hişt.
Li gorî hejmarên ji aliyê hikûmeta Hîndîstanê ve hatin eşkerekirin, aboriya welêt di nava 3 mehên dawî yên sala 2015'an de bi rêjeya ji sedî 3 mezin bûye. Ev rêjeya mezinbûnê, Çîn jî li dû xwe hişt.
Li gorî hejmarên ji aliyê hikûmeta Hîndîstanê ve hatin eşkerekirin, aboriya welêt di nava 3 mehên dawî yên sala 2015'an de bi rêjeya ji sedî 3 mezin bûye. Ev rêjeya mezinbûnê, Çîn jî li dû xwe hişt. Rêjeya mezinbûna aboriya Çînê di vê demê de ji sedî 6,8 bû.
Hîndîstan ku li gorî daneyên dawiya sala 2014'an xwe gihand 2,3 trîlyon dolar ê hatineya neteweyî, di sala 2015'an de herî zêde ji aliyê fînansî, tûrîzm û hilberînê ve aboriya xwe mezin bû. Sektora pîşesaziya çekan û çandiniyê, li gorî sektorên din kêmtir mezin bû.
Hîndîstan, piştî Çîn û Japonyayê ji aliyê mezinbûna aboriyê ve di rêza sêyemîn de cih digire. Li gelemperiya cîhanê jî aboriya herî mezin a heyştemîn e. Di nava deh salên dawî de bi rêk û pêk mezin dibe. Lê belê pispor di wê baweriyê de ne, ku Hîndîstan ji aliyê sektora îxracatê ve berevajî bendewariyan mezin nebûye, di warê îthalatê de bêhtir mezin dibe.