Li girtîgeha li Meksîkayê îsyan: Bi qasî 50 mehkûm mirin
Li girtîgeheke li Meksîkayê, di navbera komên çete de şer û îsyan derket. Di encama vê îsyanê de bi qasî 50 mehkûman jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Waliyê Eyaleta Nûevo Leonê Jaîme Rodrîgûez daxuyaniyek da û anî ziman ku di şerê îsyana li Girtîgeha Topo Chîco ya li bajarê Monterrey de herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 kes jî birîndar bûne. Rodrîgûez da xuyakirin ku şer di navbera endamên mafya Zetas û çeteyên hevrikê wan de qewimiye û bi qasî 40 deqeyan dewam kiriye.
Waliyê Eyaletê diyar kir, di vê bûyera beriya serdana Papa Francîs rû da de, çeteyan bi amûrên jêkirinê û çoyên beyzbolê êrîşî hev kirine. Walî ragihand, li girtîgehê bi giştî 3 hezar 800 mehkûm hene. Walî Rodrîgûez anî ziman, ku li vê girtîgeha zêdeyî kapasîteya xwe mehkûm lê hene, ji ber pevçûnek di navbera komên çete yên li girtîgehê de, bûyer qewimiye.
Waliyê Eyaletê da xuyakirin, ku bûyera li girtîgehê qewimiye 'drama mirovahiyê' ye.
Di sala 2012'an de jî di bûyerên li girtîgehên Nûevo Leon û Dûrango de 60 mehkûman jiyana xwe ji dest dabûn. Ji girtîgeheke li eyaleta Coahûîla jî bi qasî 130 mehkûman fîrar kiribûn.