Li Patagonyayê qadeke fosîlan a beriya 160 mîlyon salî dîtin

Li Patagonya Arjantînê, ekîbek ji zanyaran qadeke fosîlan a 60 hezar kîlometreçargoşeyî ya beriya 160 heta 140 mîlyon salî ya ji Serdema Jûra, dîtin.

Li Patagonya Arjantînê, ekîbek ji zanyaran qadeke fosîlan a 60 hezar kîlometreçargoşeyî ya beriya 160 heta 140 mîlyon salî ya ji Serdema Jûra, dîtin.

Serdema Jûra ku piştî Trîas a dema Mezozoîk serdema duyemî e, di navbera 205,1 mîlyon sal - 142 mîlyon sal beriya niha hatiye jiyîn.

Berpirsyarê ekîba lêkolînê Jûan Garcî Massînî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Li cihekî din ê cîhanê, qadeke bi vî rengî ya xwedî fosîl û cihêrengiya ji Serdema Jûra nîne."

Massînî diyar kir, ji ber erozyonê fosîl derketine ser rûyê erdê.

Massînî ragihand, ku li vê derê dîmenekî serdema Jûra tê dîtin û derketiye holê bê avên termal, gol û çem çawa herikîne, giha û ekosîstem çawa bi pêş ketine.

Ev cih li eyaleta Santa Crûz a li başûrê Arjantînê beriya çar salan hatibû dîtin. Lê belê encamên vê lêkolînê vê hefteyê li kovaar Ameghînîana hat weşandin.

Pispor di wê baweriyê de ne ku li her tehtekî li vê qadê, keşfeke cuda dikare têkildarî Serdema Jûra bê kirin. Li vê derê gelek organîzmayên mîktor û makro yên cihê reng hene.