Di navbera DYA û Rûsyayê de hevdîtinên li ser ewlekariya firînê dewam dikin

Li Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ û El Nûsra ne di nav de, agirbest dewam dike. Di navbera DYA û Rûsyayê de jî hevdîtinên li ser ewlekariya tevgera balafiran dewam dikin.

Li Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ û El Nûsra ne di nav de, agirbest dewam dike. Di navbera DYA û Rûsyayê de jî hevdîtinên li ser ewlekariya tevgera balafiran dewam dikin.

Wezareta Parastinê ya DYA Pentagonê da xuyakirin, ku di çarçoveya lihevkirina meha Cotmehê ya bi Rûsyayê re, mijara ewlekariya tevgera balafirên şer hatiye nirxandin. Di vê hevdîtinê de ji wezaretên parastinê yên her du welatan, rayedarên payebilind amade bûn.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook da zanîn, ku rayedarên her du welatan bi rêbaza vîdeo-konferans re, li ser ewlehiya tevgera balafirên şer ên li Sûriyeyê axivîn e û li ser mijarên mîna agirbestê nesekinîne. Cook diyar kir, ji bo bicihhatina agirbestê hevdîtinên dîplomatîk ên navbera her du welatan dewam dikin û anî ziman, mijara li ser firînê jî bi taybetî hatiye nirxandin.

Operasyona di dawiya hefteyê de li Sûriyeyê ket meriyetê, ji bo çeteyên DAIŞ û El Nûsra derbas nabe. Di êrîşên hewayî yên DYA û Rûsyayê de ji bo balafir li hev rast neyên û qeza nekn, di meha Cotmehe de her du welatan li hev kiribûn û biryar dabûn ku rayedarên leşkerî yên her du welatan bi rêk û pêk li hev bicivin.