Li Ramadî 160 çete hatin kuştin
Di şerê li bejahiya Ramadî de 160 çete hatin kuştin.
Di şerê li bejahiya Ramadî de 160 çete hatin kuştin.
Li herêma Ebû Xerîb a paytexta Iraq Bexdayê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşek pêk anîn. Di êrîşa bi sê wesayîtên bombebarkirî de leşkergehek hedef hat girtin. Piştî vê êrîşê şer derket û di encamê de 8 leşkerên Iraqî mirin, 22 leşker jî birîndar bûn.
Di vê navberê de li navçeya Xalidiye ya li herêma Xazimiye ya nêzî bajarê Ramadî, di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket.
Hat ragihandin, di vî şerî de 160 çete hatine kuştin.