Pûtîn: Dijminên biyanî hewl didin hilbijartinan sabote bikin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin, ku 'dijminên biyanî' hewl didin hilbijartinên giştî yên meha Îlonê sabote bikin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin, ku 'dijminên biyanî' hewl didin hilbijartinên giştî yên meha Îlonê sabote bikin.

Pûtîn bi servîsên îstîxbaratê yên Rûs re civînek lidar xist û bibîr xist ku hilbijartinên baskê jêrîn ê parlamentê Dûma wê di payîzê de bên kirin.

Pûtîn got, "Lê mixabin dijminên me yên biyanî jî xwe ji vê hilbijartinê re amade dikin."

Pûtîn di axaftina xwe ya ji bo servîsên îstîxbaratê yên Rûs de got, "Ji ber vê yekê, divê her kes zanibe ku ji bo parastina berjewendiyên xwe em ê bi israr bixebitin."

Li gorî Pûtîn, servîsên îstîxbaratê yên derve par gelekî aktîf bûn. Pûtîn ragihand, par zêdeyî 400 ajanên biyanî hatine tespîtkirin û 23 ji wan derxistine pêşberî edaletê.

Vladîmîr Pûtîn her wiha got, "Di sala 2015'an de li hemberî malperên cemaweriyê yên Rûs, zêdeyî 24 mîlyon caran êrîşa sîber hat kirin."

Pûtîn bang li servîsên îstîxbaratê kir ku hewldanên derve yên li jiyana siyasî û hilbijartinan asteng bikin.

Hilbijartinên giştî yên li Rûsyayê wê di 18'ê Îlonê de bê kirin. Tê payîn partiya Rûsya Yekbûyî ya li ser desthilatdariyê ye, mîna hilbijartinên 2011'an di vê hilbijartinê de jî bi ser bikeve.