Li dijî AKP a Polonyayê 80 hezar kes meşiyan

Li Polonyayê, tevî ku di ser hatina desthilatdariya partiya ûltra-mûxafazakar PîS re sed roj derbas bûne jî, nerazîbûna jê hînê dewam dike. Bi qasî 80 hezar kesî li kolanên paytext Varşovayê, hikûmet şermezar kirin.

Li Polonyayê, tevî ku di ser hatina desthilatdariya partiya ûltra-mûxafazakar PîS re sed roj derbas bûne jî, nerazîbûna jê hînê dewam dike. Bi qasî 80 hezar kesî li kolanên paytext Varşovayê, hikûmet şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî bi pêşengiya Komîteya Parastina Demokrasiyê (KOD) hat lidarxistin. Ev komîte bi destpêkirina protestoyên li dijî hikûmetê re ava bû.

Çalakger bi taybetî nerazîbûnê nîşanî êrîşên mûxafazakaran ên li hemberî Serokkomarê berê Lech Valesa didin. Valesa ku ji dema hilweşîna komunîzmê û vir ve weke lehengê neteweyî tê dîtin, ji aliyê hin kesan ve bi hevkariya bi servîsên veşartî yên salên 1970'î re tê sûcdarkirin.

Di çalakiya li Varşova de dirûşma "Lech Valesa, lehengê me ye" hatin qîrîn û wêneyên wî hatin hilgirtin.

Lîderê KOD Mateûsz Kîjowskî got, "Dema desthilatdariyê dewleta hiqûqê tine kir, em welatî dikarin vê bicebirînin. Beriya her tiştî em dixwazin hurmet ji Destûra Bingehîn re bê nîşandan."

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Partiya Maf û Edaletê (PîS) û diyar kirin, ku demokrasî nayê wateya dîktatoriya piraniyan.

Balkêş e ku di nava çalakgeran de gelek karsazên ji rewşa aboriyê ya welêt bi fikar in, hene.

PîS ku weke AKP a Polonyayê tê nirxandin, ji meha Mijdarê û vir ve tê protestokirin. Ev partiya mûxafazakar, bi tedbîrên xwe re bi taybetî hewl dide Dadgeha Destûra Bingehîn, medya û saziyên din ên demokratîk bi xwe ve girê bide. Ev tedbîrên PîS'ê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve jî bi endîşe tên şopandin.