Sadr Îbadî hişyar kir: 45 rojên we hene

Rêberê Tevgera Sadir û oldarê Şîî yê Iraqî Mukteda El Sadir bi mîtînga girseyî ya li Bexdayê, ji bo reforman 45 roj dan hikûmetê.

Rêberê Tevgera Sadir û oldarê Şîî yê Iraqî Mukteda El Sadir bi mîtînga girseyî ya li Bexdayê, ji bo reforman 45 roj dan hikûmetê. Sadir diyar kir ku eger reform nekevin meriyetê wê piştgiriya xwe ya bi hikûmetê re vekişînin.

Tevgera Sadr a li paytexta Iraq Bexdayê sed hezaran kes li hev civandin, li Qada Tahrîrê mîtînga herî bi heybet a salên dawî li dar xistin. Sadr diyar kir ku Îbadî di pratîzekirina reforman de sist tevdigere, bi bîr xist ku eger sozên hatine dayîn di nav 45 rojan de nekevin meriyetê, wê wezîfeya wî di xeteriyê de be.

Di pêşendana protestoyî ya dirûşmên dijî Amerîka hatin berzkirin de Sadr bi gotinên tund bi ser Îbadî de çû, wiha got: “Tevî piştgiriya Sîstanî û pejirandina me ya ji bo destpêkirina reforman jî, Îbadî xwe sist kir. Îro serokwezîrtiya wî di xeteriyê de ye, bi taybet jî di vê dema ku gel serî hildayî de. “ Sadir ji bo reform tenê di gotinê de nemînin jî hişyarî dan.