Li Iraqê êrîşên xwekujî: Yek jê general 6 leşker mirin
Li Iraqê, çar çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên bombe li xwe pêçandibûn, ketin biryargeheke leşkerî ya li rojavayê Bexdayê. Di êrîşê de 6 leşker mirin.
Li Iraqê, çar çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên bombe li xwe pêçandibûn, ketin biryargeheke leşkerî ya li rojavayê Bexdayê. Di êrîşê de 6 leşker mirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên polîsan û artêşa Iraqê ve hatin ragihandin, bombeyên zindî êvara Duşemê xwe berdan nava biryargeha leşkerî ya li herêma Hadîta ya El Anbarê.
Di êrîşê de generalê tûgayê Alî Abbûd, serheng Ferhan Îbrahîm û çar leşker mirin.
Roja duşemê li wîlayeta Diyala jî di dema merasîma cenaze de êrîşeke xwekujî hatibû kirin. Di êrîşê de 7 şefên milîsên Şîa jî di nav de herî kêm 34 kes miribûn. Di êrîşa li nêzî Muktadiyeyê de 43 kes jî birîndar bûbûn.
Roja Yekşemê jî di êrîşên li hemberî herêma Şîa ya li bakurê Bexdayê de 39 kes miribûn, 76 kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ'ê berpirsyariya van êrîşan girt ser xwe.