Pûtîn: Agirbest ji bo komên terorîst derbas nabe
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, agirbesta îşev li Sûriyeyê destpê bike, wê 'zehmet û nakok' be.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, agirbesta îşev li Sûriyeyê destpê bike, wê 'zehmet û nakok' be.
Pûtîn da xuyakirin ku agirbesta li Sûriyeyê wê ji bo DAIŞ, El Nûsra û komên din ên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke 'terorîst' hatine qebûlkirin derbas nebe û got, "Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya li hemberî van koman bidomînin. Em hêvîdar in wê partnerên me yên Amerîkî jî vê tevlî hesabên xwe bikin. Divê kes ji bîr neke; ji bilî DAIŞ'ê çend komên din ên terorîst hene."
Pûtîn got, "Li hemberî komên gotin ew ê li gorî agirbestê tevbigerin, ne ji aliye DYA ne jî ji aliyê me ve wê êrîşên hewayî neyên kirin."
Pûtîn her wiha ragihand, armanca agirbesta wan û DYA li ser li hev kirine, afirandina 'hêzeke dehfdanê' ji bo pêvajoya çareseriya siyasî di krîza Sûriyeyê de ye.