NY: Dibe ku bi hezaran kes li Sûriyeyê ji nêza bimirin

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Hûseyîn hişyarî da ku li herêmên Sûriyeyê yên hatine dorpêçkirin, ji bar ambargoya xurekê dibe ku bi hezaran kes ji nêza bimirin.

El Huseyîn di rûniştina salane ya Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê de axaftina vekirinê kir û got, "Li bajar û gundên Sûriyeyê zêdeyî 450 hezar kes asê man e. Hin jê bi salan e bi vî rengî dijîn."

El Huseyîn da xuyakirin, ku alîkariya însanî ya xwarin û derman her gavê tê astengkirin û got, "Dibe ku bi hezaran kes ji nêza bimirin."

Di dewama axaftina xwe de El Hûseyîn got, "Bikaranîna birçîhiştina mirovan weke çekek şer, bêşik û bênîqaş, qedexe ye. Tevî vê yekê dorpêçî jî qedexe ye."

Neteweyên Yekbûyî da xuyakiirin ku piştî peymana "dawîanîna li dijminatiyê" roja Şemiyê ket meriyetê, wê alîkariyên xwe yên însanî zêde bike. NY hêvîdar e ku di nava pênc rojên pêş de alîkariyê bigihîne ji zêdeyî 150 hezar mirovên ji aliyê rejîmê û komên çekdar ve hatine dorpêçkirin.

Li Sûriyeyê di şerê sala 2011'an destpê kir de, heta niha li gorî daneyên NY zêdeyî 270 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi mîlyonan mirov koçber bûne.