Artêşa Kamerûnê: 92 endamên Boko Haram hatin kuştin, 850 gund hatin rizgarkirin

Artêşa Kamerûnê da xuyakirin, ku wan ji koma dijminê mirovahiyê ya Nîjeryayî Boko Haram 92 çete kuştine.

Artêşa Kamerûnê da xuyakirin, ku wan ji koma dijminê mirovahiyê ya Nîjeryayî Boko Haram 92 çete kuştine.

Artêşa Kamerûnê bi hêzên Nîjeryayî re opersyoneke hevpar meşand. Ev operasyon li gundê Kûmshe yê li herêma sînor a navbera Nîjerya û Kamerûnê hat meşandin.

Di vê operasyona hêzên pir neteweyan a li hemberî Boko Haram ku dabû xuyakirin ew bi DAIŞ'ê ve girêdayî de, 92 endamên Boko Haram hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di operasyonê de her wiha 850 gundên li Nîjeryayê jî hatine rizgarkirin. Li gorî daxuyaniya fermî, du leşkerên Kamerûnî ji ber teqîna mayînê mirine û operasyon hînê didome.

Artêşên Kamerûn, Çad û Nîjerê di têkoşîna li hemberî Boko Haram de destekê didin Nîjeryayê. Ji ber êrîşên Boko Haram heta roja îro zêdeyî 17 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 mîlyon mirov jî ji neçarî malên xwe terikandin.

Rêxistina ku ji sala 2009'an û vir ve Ebûbekî Şekû serkêşê wê ye îdîa dike, ku ew dixwaze li bakurê Nîjeryayê Komareke Îslamî ava bike. Meqamên Nîjeryayê heta roja îro nikarîbû vê komê ji holê rake.

Serokkomar Mûhammadû Bûharî soz dabû ku heta sê mehan wê Boko Haram biqedîne. Lê belê hînê gelekî dûrî vê armanca xwe ye. Di rewşa heyî de Boko Haram dikare êrîşî Nîjerya, Nîjer, Çad û Kamerûnê bike. Di vî şerî de sûcên şer û mirovahiyê gelekî tên kirin.