Li Kolombiyayê vîrûsa Zîka bi 42 hezar 700 kesî ket

Li Kolombiyayê, di nava hefteyekê de bi 5 hezar 700 kesên nû re vîrûsa Zîka hat tespîtkirin.

Li Kolombiyayê, di nava hefteyekê de bi 5 hezar 700 kesên nû re vîrûsa Zîka hat tespîtkirin.

Li gorî daxuyaniya Estîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî, ji 5 hezar 695 kesên di nava hefteyekê de bi vîrûsê ketine, 1.300 jê jinên ducanî ne.

Bi vê yekê re hejmara mirovên bi vîrûsa Zîka ketine gihaşt 42 hezar 706 kesan. Ji van 7 hezar 653 kes jinên ducanî ne.

Vîrûsa ku ji celebê "Aedes aegyptî" yê mêşan belav dibe, dibe sedem ku canê mirovan bisincire, serê mirovan bêşe û semptomên grîbal rû bidin. Lê belê dema bi jineke ducanî dikeve, hingî xeteriya jidayikbûna bi qisûr û kêmmayîna hişê zarok, derdikeve holê.

Ev vîrûs di rewşa heyî de li 235 bajarên Kolombiyayê belav bûye. Ji sedî 67.2 ê mirovên pê ketine, jin in. Ji sedî 14 jî bandorê li ciwanên di navbera 25-29 salî de dike.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê 3 kesan ji ber vîrûsa Zîkajiyana xwe ji dest dane. Rayedar bi fikar in ku hejmara mirovên bi vîrûsê ketine îsal 600 hezarî derbas bike.

Kolombiya piştî Brezîlyayê welatê herî zêde ev vîrûs lê derketiye pêş e. Li Brezîlyayê niha zêdeyî 1,5 mîlyon mirov bi vîrûsa Zîka ketine. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û ragihand ku Kanada û Şîlî ne di nav de ev vîrûs wê li tevahiya parzemîna Amerîkayê belav bibe.