Îtalyayê têkildarî Shellê lêpirsîna nelirêtiyê vekir
Serdozgeriya Mîlano, têkildarî şîrketa hevpar a Îngilîstanê û Hollandayê Shell, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Mîlano, têkildarî şîrketa hevpar a Îngilîstanê û Hollandayê Shell, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Mîlano, têkildarî şîrketa hevpar a Îngilîstanê û Hollandayê Shell, lêpirsîn da destpêkirin. Di vê lêpirsînê de wê li nelirêtiyên şîretê yên tê gotin li Nîjeryayê kiriye, bên pirsîn.
Li gorî nûçeya rojnameya Îtalyayê Corrîera dlla Sera, Serdozgeriya Mîlano dest bi lêpirsîna li nelirêtiyên şîrketa hevpar a Îngilîstan û Hollandayê Shellê kiriye.
Berdevkê Shellê da zanîn, komek ji şêwirmendên malî û lêkolîneran, navenda şîrketê ya li La Haye ziyaret kiriye. Berdevk diyar kir, ziyaret ji ber lihevnekirina navbera hikûmeta Nîjeryayê û şîrketê ya li ser çavkaniyên petrolê, pêk hatiye. Berdevk her wiha ragihand, Shell di çarçoveya lêpirsînê de hevkariyê bi rayedaran re dike.
Li gorî agahiyan, Dozgeriyên Mîlano û La Haye di çarçoveya lêpirsînê de ekîbeke hevpar ava kirine, bi hev re dixebitin û bi qasî 50 polîs hatine wezîfedarkirin. Tê gotin hin polîsên Îtalî yên di lêpirsînê de wezîfedar in, roja 17'ê Sibatê di serdegirtina li navenda Shellê de cih girtine.
Ev lêpirsîna ku Koma Enerjiyê ya Îtalyayê jî di nav de heye, di sala 2014'an de ji aliyê Serdozgeriya Mîlano ve hat destpêkirin.