Sadr ji bo destekkirina reformxwazan dest bi çalakiya rûniştinê kir
Lîderê Eniya Sadr a Şîa Muqteda El Sadr, ji bo destekê bide çalakgerên reformê dixwazin, li herêma kes kon veda û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Lîderê Eniya Sadr a Şîa Muqteda El Sadr, ji bo destekê bide çalakgerên reformê dixwazin, li herêma kes kon veda û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Lîderê Eniya Sadr daxuyaniyek da û ji bo dawî li nelirêtiya li Iraqê were anîn û reformên pêwîst bê kirin, li herêma kesk kon veda û tevî rêveberên Iraqî dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Beriya destpêkirina çalakiya rûniştinê Muqteda El Sadr daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, eger ew bi tena serê xwe jî bimîne ew ê li ber herêma kesk bimîne û çalakiya xwe bidomîne.
Sadr di daxuyaniya xwe de bang li Iraqiyên ev demeke dirêj e çalakiyan lidar dixin kir û got, "Divê her kes çalakiyên xwe bidomînin. Kî çalakiya xwe biqedîne yan jî bê provokasyonan, wî xiyanet li me kiriye."
Muqteda El Sadr di 12'ê Adarê de, ji bo pêşî li nelirêtiyên li Iraqê bigire û reforman pêk bîne 45 roj dem dabû Serokwezîr Haydar Abadî. Piştî ku ev dem biqede ji alîgirên Sadr hatibû xwestin ku dakevin qadan. Bi vê bangê re bi sed hezaran kes herikîbûn kolanên Bexdayê.
Alîgirên Eniya Sadr, li ser vê banga lîderê xwe Muqteda El Sadr piştî her nimêja Înê, ji bo pêkhatina reforman û dawîanîna li nelirêtiyê meşên girseyî lidar dixin. Çalakger dixwazin hikûmeta heyî ji holê bê rakirin û li şûna wê hikûmeteke teknokrat dest bi kar bike.