Welatên Ewropa pirsgirêka bi sed hezaran penaberên hatine yan jî wê bên vê parzemînê nîqaş dikin. Lê li Kenyayê, li kampa herî mezin a cîhanê ku 350 hezar penaber lê dijîn, pirsgirêkek cidî ya xwarinê heye.
Li kampa penaberan Dadaab a li Kenyayê, piraniya wan Somaliyên ji şerê navxweyî reviya ne bi qasî 350 hezar penaber ji bo karibin bijîn li ber xwe didin. Ev kampa herî mezin a cîhanê ya penaberan beriya 25 salan ava bû. Lê niha di dema herî zor û zehmet de ye.
Berpirsyarê kampê Ahmed Fall diyar kir, ji ber şewba kolera ya di destpêka meha Çileyê de rû da 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fall destnîşan kir, li Dadaabê di nava 3 salan de pirsgirêkek cidî ya xwarinê rû daye.
Ahmed Fall, piştî ku Wezîrê Hevkariya Pêşveçûnê yê Elman Gerd Muller kamp ziyaret kir ji Deutsche Welle re axivî û da zanîn, ku bi saya 24 mîlyon dolarên Elmanyayê di destpêka salê da, wan pirsgirêka xwarinê kêm kirin. Fall ragihand, ji sala 2013'an û vir ve ew du caran neçar mane xwarina penaberan kêm bikin.
Ahmed Fall bal kişand ser girîngiya alîkariyên ji Elmanya û welatên din ên di çarçoveya Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) de bikin û ji welatên cîhanê xwest, bala wan l ser kampa Dadaabê jî bin.
BALA HER KESÎ LI EWROPAYÊ YE, LÊ LI DADAABÊ DRAMEK HEYE
Ahmed Fall ragihand, ji hin penaberan ji dema avabûna kampê û vir ve ev 25 sal in li Dadaabê dijîn û bibîr xist, ku bi tenê bi saya alîkariya ji sed mîlyon dolarî jî xwarineke têrker dikare ji penaberan re bê peydakirin. Fall diyar kir, ew ji bo 350 hezar penaberên li kampê, li çareseriyên demdirêj digerin û destnîşan kir, ku divê welatên cîhanê giraniyê bidin ser qedandina şerê navxweyî yê li Somalî.
Ahmed Fall ziyareta Wezîrê Hevkariya Pêşveçûnê ya Elman nirxand û anî ziman, ku ew bi saya vê yekê dixwazin pirsgirêkên kampê bigihînin cîhanê. Fall got, "Niha her kes li ser krîza penaberan a li Ewropayê daxivin. Em hêvîdar in wê bi vê serdanê re Wezîrê Elman li ser navê me hîn bêhtir agahiyan bide Ewropayê û mirov pirsgirêkên penaberan ên Somaliyî baştir fêm bikin."
Kampa penaberan a Dadaab beriya 25 salan ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat damezrandin û hînê ji aliyê vê saziyê ve tê rêvebirin.