Greva sendîkaya Verdî: Bi deh hezaran kes wê sibe nikaribin bifirin

Yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên li Elmanyayê Verdî banga grevê kir. Li ser vê bangê hat ragihandin, ku seferên bi sedan balafiran hatine betalkirin.

Yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên li Elmanyayê Verdî banga grevê kir. Li ser vê bangê hat ragihandin, ku seferên bi sedan balafiran hatine betalkirin. Lufthansa hişyarî da ku greva sibe dibe ku bandorê li deh hezaran rêwiyên li Frankfûrt, Munchen, Dusseldorf, Koln-Bonn, Dortmûnd û Hannoverê bike.

Sendîkaya Verdî ku xebatkarên li şîrketa cemaweriyê Lufthansa jî temsîl dike, ji ber ku ji hevdîtinên tomerî encamek derneket biryar da sibe greva hişyarkirinê pêk bîne. Hat ragihandin, ku grev wê bandoreke neyînî li seferên balafiran bike.

Di daxuyaniya Lufthansa de hat ragihandin, ku hemû seferên sibe yên ji Munchenê ber bi hemû parzemînan, hatine betalkirin. Hat gotin, grev wê bandorê li seferên nava Ewropa û Elmanyayê jî bike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, seferên navneteweyî yên ji Frankfûrtê wê bi giranî werin kirin, lê beşeke mezin a seferên nava Elmanya hatine betalkirin.

Sendîkaya Verdî ji bo 2,1 mîlyon xebatkarên cemaweriyê zema ji sedî 6, ji bo xebatkarên perwerdeya pîşeyî dibînin jî dixwaze 100 euro li mehaneyên wan bê zêdekirin. Tê payîn hevdîtinên tomerî rojên Pêncşem û Înê dewam bikin.