Li bajarê Jena yê li rojhilatê Elmanyayê ye, nîjadperestên endamên Pegîda di roja rojbûna Hîtler de xwepêşandanek lidar xistin. Komên demokrat jî li hemberî nîjadperestan daketin kolanan û di navbera wan de şer derket.
Endamên baskê Pegîda yê Thurîngenê Thugîda, ku bi dijberiya xwe a li penaberan û Îslamê tên naskirin, xwestin li bajarê Jena xwepêşandanekê lidar bixin. Bi qasî 200 nîjadperestan biryar dan di rojbûna lîderê Nazî Adolf Hîtler de çalakiyekê pêk bînin. Bi hezaran çepgir û demokrat li hemberî vê derketin û xwepêşananeke dijber lidar xistin.
Li gorî agahiyên ji aliyê polîsê Jena ve hatin dayîn; di şerê navbera endamên Thugîda, polîs û çalakgerên din de gelek çalakger û 5 polîs birîndar bûne. Polîs îdîa kir, ku çalakgerên dijberê nîjadperestiyê, li gelek deveran bi şûşe û keviran êrîî endamên Thugîda kirine.
Di bûyerê de 3 wesayîtên polîsan jî di nav de xisar li gelek wesayîtan bû.
Tevgera nîjadperest a bi navê Pegîda, di sala 2014'an de li bajarê Dresdenê ava bû û li bajarên din xwe bi rêxistin kir. Gelek endamên vê tevgera nîjadperest ketine ber lêpirsînê.